Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girtina welatiyan li rojhilatê Kurdistanê berdewam e

10:57 - 14 Tîrmeh (Temûz) 2025

Pêka raporên Saziyên Mafê mirovî roja Şemî 21ê Pûşperê Welatiyekî xelkê gundê Deşbend yê ser bi bajarê Bokanê, bi navê Îsmaîl Çûkelî, temen 24 salî, ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve hate binçavkirin.

Herwisa Kamran Ruwaz û Mensûr Rehîmî çalakvanê civakî û wênegirê Kurd yên xelkê bajarê Mehabadê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin.

Li roja Pêncşemî 19ê Pûşperê "Zubeyîr Mehmûdî" temen 32 salî, xelkê bajarê Pîranşarê, piştî êrîşkirina hêzên rejîmê bo ser mala navbirî bi bê hebûna belgeyên yasayî hatiye girtin.

Li vê rojê  de Ezîz Xizrî, welatiyê Kurd ê xelkê Pîranşarê û kurê wî yê bi navê Zanyar Xizrî ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve hatine girtin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema girtin, tohmetên sepandî û cihê ragirtina wan welatiyên Kurd ti zanyariyek serast li ber dest nîne.