Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Finlendê semînarek taybet bi salvegera Şehêdên Viyenê bi rê ve ço

11:35 - 14 Tîrmeh (Temûz) 2025

Roja Şemî 21ê Pûşperê, Ji aliyê Komîteya Giştî ya Hizba Dêmokrat û beşdariya Dr. Xusro Behramî û dehan endamên Hizb û nûnerên rêkxiravên siyasî û medenî li Fînlendê, semînareke taybet li 36emîn salvegera terorkirina Dr. Qasimlo û hevanên wî li bajarê Hilsînkiyê de bi rê ve ço.

Rêûresm bi sirûda netewiya Ey Reqîb dest pêkir, piştre Seyîd Ehmed Husêynî, berpirsê Komîteya Giştî ya Hizba Dêmokrat li Fînlendê peyama Desteya Kargêrî ya Hizba Dêmokrat pêşkêş kir.

Piştre Dr. Xusro Behramî gotarek li derheq kar û xebata Dr. Qasimlo pêşkêş kir.

Herwisa li vê semînarê de ,Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê li Fînlendê, civaka Demokratîka Kurd li Hilsînkî û Federasiyona Komên Kurdî li Fînlendê, bi dana peyam û destiyên Gulan, beşdarî kirin.

Beşa dawî ya Semînarê de Dr. Xusro Behramî, bersiva pirsyar û têbîniyên beşdarbûyên vê semînarê da