
Roja Şemî 21ê Pûşperê, Komîteya Giştî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi hevkariya Yekîtiya Jinên Dêmokrat a Kurdistana Îranê, semînarek bo yada Şehîdên Viyenê li bajarê Stokholmê de lidar xistin û ji aliyê hewrê Nebez Elîdûst ve bixêrhatinkirin li beşdarbûyan hate kirin.
Semînar bi sirûda netewiya Ey Reqîb dest pêkir û payama Desteya Kargêrî ya Hizba Dêmokrat ji aliyê Hewrê Niştiman Ezîzî, Endama Komîteya Giştiya Hizbê ve hate pêşkêşkirin
Li vê semînarê de Firêdrîk Malm, nûnerê Hizba Lîberalên Swêdê û Qadir Kasirga, nûnerê Hizba Sosyaldemokratên Swêdê, gotarên xwe pêşkîş kirin û Bêhrûz Kurd Ehmedî, çend helbestên Kurdî û farsî pêşkîş kirin.
Hejmarek ji Hizb û rêkxiravênn Kurdistanî û Kongireya Netewên Îrana Federal bi şandina peyam beşdar bibûn.
Herwisa “Mistefa Şelmaşî û Dr. Idrîs Ehmedî” li derheq kar û xebata Dr. Qasimlo, gotarên xwe pêşkêş kirin û bernameyeke Power Point ji aliyê Soran Elîpûr ve hate pêşkêşkirin.