
Li bedewamiya xebat û tekoşîna teblîxî ya endamên têkoşer û alîgirên biwêr û xwedîseh ên Hizba Dêmokrat li 36emîn salvegera terorkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî li bajarê Viyenê, li gund û bajarên Rojhilatê Kurdistanê de çalakiyên berfireh ên teblîxî hatine lidarxistin ku beşek ji wan çalakiyan ev in:
Li bajarê Mihabadê de gora endamên koça dawiyê kirî yên Hizba Dêmokrat li goristana gundê Qereşlaxê de bi alaya Kurdistan û logoya Hizba Dêmokrat hatine xemilandin û li devera Şamat û Çemê Mecîdxan û herwisa gundên “Konedê, Girde Yaqûb û Daşxanê” de çalakî bi rê ve çon.
Herwisa li bajarê Seqizê, ji gundê Kesnezanê heta Alebelengê, tabloên ser rê, Gewreqela, Tabloya Deryawê, gundên Sersêf û Kesnezanê de çalakî bi rê ve çon.
Li bajarê Sinê de jî li Serrêza Jawero û seyrangeha Kanî Derwêş şalakjî bi rê ve çon.
Li bajarê Pîranşarê jî li Konexanê û taxa Mamxelîl çalakî bi rê ve çon.
Li bajarê Merîwanê de jî li “Bajaroka Nê, devera Jawero rêya Mîrawan û Kamêranê li gundên Çeşmiyer û Jenîn û herwisa bajaroka Kanî Dînar bo nav bajarê Merîwanê çalakî hatine lidar xistin.
Li bajarê Xuremabadê li tenişta kela felekuleflakê de jî ciwanê wî bajarî emegnasî û wefadariya xwe bi Hizba Dêmokrat ragihandin û soza xwe digel rêbaza şehîdan dubare kirin.