
Bi beşdariya sedan kes ji endam, alîgir, dost û hevalên Hizba Dêmokrat, rêûresmek bi şan bo rêzgirtin û bilindragirtina Dr. Qasimlo û hevalên wî li goristana Pêrlaşêz a bajarê Parîsê de bi rê ve ço.
Li vê rêûresmê de beşdarbûyan tevî dubarekirina soza xwe digel rêbaza şehîdan, nav û yada “Şehîdên Viyenê” bi bilind ragirtin.
Ew rêûresm bi sirûda netewiya “Ey Reqîb” dest pêkir û beşdarbûyan sirûdên niştimanî strandin û destiyên gulan bi ser gora şehîdan danîn û çend gotar jî li vê rêûresmê de hatine pêşkêşkirin.