Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Jenêral Mekkênzî: Kiryarên gefxwarî ên Îranê li dijî hêzên Amerîka di Efxanistanê de zêde bûye

11:06 - 1 Şibat 2020

Pêka rapora ku Ajansa Nûçegihaniya “Associated Press”ê belav kiriye, Jenêral Firank Mekkêzî (Frank McKenzie), ku heftiyek beriya niha bo serdana hêzên Amerîkayê çûbû Efxanistanê, roja Înê 11`ê Rêbendanê bi Ajansa Nûçegihaniya “Associated Press”ê re ragihandiye, rejîma Îranê kiryarên xwe yên “şerxwazane” di Efxanistanê de berfireh kiriye û eve jî gefeke li ser hêzên Amerîkayê û hevalbendên Amerîkayê di deverê de.

Jenêral Firank Mekkêzî daye zanîn ku, wisa tê xuya ku rejîma Îranê ji aliyê girûpên girêdayê xwe dixwaze di Efxanistanê de derbeyekî li hêzên Amerîka û hevalbendên wê bide û eve jî cihê nigeraniyê ye.

Navbirî di berdewamiya axavtinên xwe de gotiye: “Rejîma Îranê bi milîsên girêdayê xwe di Efxanistanê de piştevaniya malî dike. Niha hezaran Efxanî di nav hêza “Fatimiyon” de ne, û li jêr çavdêriya Spaha Qudis a terorîst, di Sûriyê de mijûlê şer in.

Herwisa di vê raporê de hatiye ku, berpirsên Efxanistanê, ji rêkxistinkirin û piştevanîkirina Spaha Pasdarana a terorîst li Şîeyên Efxanî nigeran in û evan gefeke mezin bo ser dewlet, artêş û xelkê didine zanîn.