Nûredîn Sofîzade
Demek e mijara çêkirina yekîtiyê di nav gelê Kurd û hêzên siyasî de tê baskirin. Gava ku kesek devê xwe vedike an dipeyive, peyva wî ya sereke gotina hewcehiya çêbûna yekîtiyê ye. Piraniya wan wiha dibêjin: “Kurd digel hev yek nînin, xwe sebebkar in ku negihîştine armaca xwe, îxanetê bi hevdu dikin, hewce ye di nava kurdan de yekîtî û aşîtî hebe”. Lê dema ku tu mêze dikî ew kes amade nîne berjewendiya xwe ya takî û hizbî û girûpî danê qiraxê û bibe pêşeng bo çêkirina wê yekîtiya ku bas jê dike. Dibe em van rastiyan bibînin ku di destpêkê de kê berpirsyarê çênebûna wê yekîtiyê ne?
Di 2- 3ê salên derbasbûyî de, 5 hêz û aliyên siyasî di bin navê Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê (NHPKÎ)ê de xwe gihandine hev û ji bona hinek mijaran hevxebat bûne, bê guman wê yekê hekî çi gelek kêmasî jî hene û têra çêkirina yekîtiyek bi hêz bo xebata Rojhilatê Kurdistanê nake, lê dîsan jî cihê dilxweşiya gelê me bû, bandorekî baş di çêkirina yekdengiya di nava gel de hebû û pêngavekî cihê pêzanînê ye. Mixabin yek ji wan hêzan gelek pê neçû ku derkevtina xwe di nava wê navendê de ragihan û mane 4 hêz ku di eslê xwe de ew jî jev cuda bûyî yên 2 hêzan in, disan jî ev biryar hêvî û pêngawekî nû bû.
Bo vê ku gel û partiyên siyasî yên me bigihîne hêvî û armancên xwe û ser kevin, herçiqas ew alîkariya girîng û baş e, lê hewce ye ew navend û hêzên têde di gotin û çalakiyên xwe de, di nav teorî û pratîka xwe de, aliyê kêm li ser wan xalên ku di wê navendê de lihev hatine, pêbendê hêlên diyarî kirî yên xwe bin.
Em hemû dizanin ku renge her kîjan ji wan partiyan bîr û bawerî (teorî) û xetekî fikrî ya ji hev cuda jî hebin, lê aliyê kêm her çar alî di wê navendê de li ser xebat bi dijî rejîmê, çareseriya pirsa netewî di şiklê Fedralîzm, demokrasî, hilbijartina azad, cudahiya dîn ji hikumetê…. xwediyê yek helwêstî ne, lê gelek mijar û xalên dinê jî hene ku hewceye ew navend bêxe ber rojeva karê xwe, weke: Dîplomasî li astê navnetwî de, hevxebatî û yekgotarî di mediayên xwe de, yek biryarî rû bi xelkê Rojhilatê Kurdistanê, û xala herî girîng çêkirin û pêkanîna hêzekî hevpar a serbazî, weke hêza nîştimanî û amadekirina wê hêzê bona egera her pêşhatekê.
Gava ku em nekarin di wan warane de jî pêngava biavêjin, û me jêvebe ku eva me heta niha kirî bes e, bêguman em serkevtî nebûne û me nekariye bingehekî qahîm ava bikin ku li paşerojê de nîgeran nebin.
Digel vê ku daxwaza gelê me gelek ji wê hindê jî zêdetir e û çavnihêriyekî zêdetir ji partiyên xwe yên xebatkar hene, lê eva ku hewce ye û ev partî di vê qonaxa niha de dikarin bikin û ez bawer im gelek îza nîne, dikarin bi çêkirina dîplomasiyekî baş bi navê wê navendê li astê navnetwî de, hevxebatî û yekgotarî di mediayên xwe de, yekbiryarî rû bi xelkê Rojhilatê Kurdistanê û çêkirin û pêkanîna hêzek hevpar a serbazî, weke hêza nîştimanî pêngaekî nû û dilxweşker bihavêjin û hêviyekî nû bidine gelê xwe.
Gava gotin û dîtinên me jî çalakiyên cuda be, wata karê em namîne, yan kêm bandor dibe! Kesên ku di nav jiyana şoreşgerî nirx dane û parek ji temenê xwe jêre danane, hemû dizanin ku bîrûbawerî û nerît wekî goşt û hestî bi hev re girêdayiye. Îmkan nîne ku hemî partî wekî hev bifikrin û her partiyek jî hekî bixwaze hejmûnî û îdolojiya xwe bi ser partên dinê yên hevalbenê xwe de bisepîne ku ev jî wê bifikrin û bêjin û siyastê bikin, ji xeyalekê zêdetir nîne. Lewra girîng eva ye ku em bikarin bi wan reng û cudahiyane digel hev kar bikin bona armanca netewî ku armanca hevpar a me hemûyan e.
Bila bi berçavgirtina wê rastiyê em kar bikin û bizanin kanê çêkirina yeketî û hevxebatiyê hewce ye yan ne?
Ger bersîva me erê be, dibe em bizanin ku pêwîstiya vê hewcedariyê jî çiye?
Dibe em hemû bizanin ku yekîtiya partiyên xebatkar ku bawirî bi pirsa netewî henî, berî her tiştî dikare pêngavek be bo çêkirina yekîtiya netewî di nava gelê me di Rojhilatê Kurdistanê de.
Dema ku em erk û berpirsiyarên ku dikevine ser milê me bi cîh bînin, dê xebat û doza me li her warekê de pêşkevtinê bi xwe ve bibîne ku eva jî daxwaza gelê me ye.
Lê dema ku em erkê xwe û soza ku me dayî gelê xwe baş cî bi cî nekin, bê guman emê hekî Farsan gotî dê her der ca lêdin û asinê sar bikutin.
Herçiqas ku hee kîjan ji hêzên xebatkar û siyasî gorî îmkan û şiyana xwe bandor hene li ser xebatê, lê gava yekîtiyekî baş û qahîm bê avakirin, hem dikare di qonaxa niha de bigurtir xebatê pêş bêxe, hem hêviyekî mezin dide gel, û hem ew yekîtî dikare bibe baştirîn altirnatîva piştî egera her guhartinekê, ne tenê di Rojhilatê kurdistanê de, belkî dibe hêz û parek ji altirnatîva seranserî ya di Îranê de jî.
Bi hêvya pêngavên hewce bona hasilbûna wê hêviyê.
Naveroka vê nivîsê, nerîn û dîtina nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistan Media jê berpirsiyar nine