CENTCOMê ragihand ku Artêşa Amerîkayê yekem skadrana dironên êrîşkar li Rojhilata navîn de cihgîr kiriye û ev yekeya esmanî ku bi “Hêza Taybet a Dûpişk” tê naskirin, bi armanca bihêztirkirina şiyana dironiya kêmtêço li deverê de hatiye cihgîrkirin.
Pêka rapora CENTCOMê, ev skadrana êrîşkar ji dironên erzan ku mewdayek dirêj hene û bi awayekî otomatîk û bi kêmtirîn destêvaerdana mirovî difirin, pêk hatiye.
“Bred Kûpir” ê Fermandeyê CENTKOMÊ ragihand ku ev yekeya dironî, mercên hewce bo rêgirîkirin bi rêyên afirankariyê” çê dike û teyarkirina lezgîn a hêzên Amerîka bi şiyana dironên pêşkevtî, dikare rêgirî ji gef û metirsiyan bike û hêzên Fermandehiya Operasiyonên Taybet a Navendî, vê bernameyê bi rê ve dibin.