Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ji sedî 65 daraîyên giştî a kerta taybet ji kesên nêzî desthilatê re tên dan

12:24 - 26 Gulan 2022

“Mihemedriza Pûrîbrahîmî Daweranî” binav nûnerê meclîsa rejîma Îranê gotiye: “ji sedî 65 firotina daraîya giştî û saziyên hikûmî bo beşa taybet, ji kesên kêrnehatî ên nêzî desthilatê re ye.

“Mihemedriza Pûrîbrahîmî Daweranî” binav nûnerê meclîsa rejîma Îranê û serokê Komîsiyona Aborî yê meclîsa rejîma Îranê, diyar kiriye ku: “ji sedî 65 firotina daraîyên giştî û hikûmetî yên wekî petrokîmiya û kompaniyayên berhemanîna tiromibîlan ji kesên kêrnehatî û neşareza yên nêzî desthilatê li beşa taybet re tên firotin.

Herwisa navbirî tekez jî kiriye ku: “Daraîya giştî û hikûmetî bo beşa taybet ji wan kesan re tên firotin ku, ti zaniyariyek taybet li derheq beşê de tinînin û piştî firotinê rewşa wan beşan gelek xerabtir ji berê bûye.

Herwisa  navbirî îtiraf kiriye ku, ji sedî 80 firotina daraîya gişt ya beşa taybet ku, bi armanca geşekirinê hatine encamdan, rastî şikestê hatine û ti geşeyek nekirine.

Spaha Pasdaran tevî hewla qorixkirina desthilatê li Îranê, hewla qorixkirina aboriya Îranê jî dide û ji rêya kesên girêdayî xwe ve daraîya giştî ya xelkê Îranê wekî palavtingeh û kompaniyayên mezin bi nirxa 1 heta 2 ji sedîa nirxa serast a wan kompaniyan, ji rejîmê dikire û nebûna zansist û şiyana hewce ew kompanî ti geşeyekî nakin û rastî îflasê tên û daraîya xelkê bi wî awayî bi heder diçe.