Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ji Urmiyê heya Sinê xwîn rijiya

13:04 - 16 Adar 2013

Kavûs Ezîzî

Dema ku Ebdulla Ocelan serokê PKK’ê li keniyayê radestî Turkiyê hate kirin, hêrsa kurd li her çar parçên Kurdistanê pir xurt bû.
Li rojhilatê kurdistanê jî pir xwenîşandan hatin li darxistin.
Di destpêkê de li bajarê Urmiyê konsolxaneya Turkiyê ji aliyê Kurdên bi hêrs ve hate şevitandin, hêzên rêjiima Îranê xelk dane ber gulleyan û çend kes şehîd û birîndarkirin, û xelkek zaf jî hatin binçavkirin.
Piraniya bajarên rojhilata kurdistanê xwenîşandan kirin û ketne ber xezeba hêzên Komara Îslamî ya Îranê. Lê ya ku herî balkêş û mijara basa me ye, bajarê Sinê ye.

Di roja 3’ê Reşemeyê de xelkê bajarê Sinê di demekî de ku îzna xwenîşandanê ji dezgehên ewlehiyê wergirtibûn, ketne nav bajar û bi awayek nerm ew kiryara dewletê şermizar kirin. Lê di heman dem de xwenîşanderan siloganên dijî Komara Îslamî ya Îranê avêtin û bera hêrs û kîna xwenîşanderan kete komara Îslamî, lewra jî bi awayek hovane bûne armanca gulleyan û 13 kes hatin şehîdkirin, û hejmarek zaf jî birîndar bûn.

Ev serhildana han dirêjiya karwanê xebatekî bû ku ew çend sal bû li hember Komara Îslamî de dom dikir. Di vê karwanê de bi deh hezaran kurd şehîd bibûn, gund û bajarên kurdistanê hatibûn kavilkirin, rêberên bi navûdengên wek Dr. Qasimlo û Dr. Şerefkendî hatibûn terorkirin.

Xebata sêvîl li rojhilata kurdistanê berî vê bûyerê jî bi awayên cur bi cur xwe derxistibû, li bajarê Bokanê, Pîranşehrê, û Kirmanşanê di dema şehîdbûna mela Mihemed Rebî’î, de jî meşên curbicur bi dijî siyasetên rejîma Îranê ên bi dijî Kurdan birêve biribûn.

Ev serhildan encama kîn û hêrsa bi salan ya tepeserî û cînayetên rêjîma Îranê bû, li kurdistanê de, ku wek bombekî teqiya. Ew kîna ku kurdan di dema şehîdbûna Dr. Qasimlo, Dr. Şerefkendî, û şehîdên din ên riya rizgariya Kurdistanê, nekarîbûn eşkere bikin, di dema meşa mehkûmiyeta radestkirina Ocelan de, derfetek dest bi dest xistin û ew rêjîme mehkûm kirin.

Cihê xwe de ye ku di gel bîranîna şehîdên meşa li Urmiyê û serhildana 3’ê Reşemeya Sinê, em silavan li rêkxerên wan meşên nerazîbûnê bikin û bêjne wan ku we bi vê meşa xwe selimand ku hûn ji her derfetekê mifahê werdigrin bona vê ku dengê xwe bi dijî deshilatê bilind bikin, lewra hûn ji Urmiyê heya Sinê qehremanê gelê Kurd in.