Piraniya xelkê Îranê ku pereyên xwe di nav bazara “Bûrs”ê de danabûn û danûstandin pêre dikirin, ev bazare di mideheke kin de rastî şikestê hat û nêzî 100 hezar milyard tumen darayiya xelkê Îranê dête jinavçû.
Di vê derheqê de Karnasê Aborî, Mehmûd Camsaz, di civînekê de gotiye: “Di du hefteyên derbasbûyî de zêdetir ji 100 hezar milyard tumen ji darayiya xelkê Îranê di nav danûstandina “Bûrs”ê de jinavçûye.”
Navbirî di berdewamiyê de gotiye: “Pêka amarên fermî nirxa geşeya aborî di bihara îsal de ji sedî %3.5 nerênî bûye, hekî siyaseta aborî û derveyî ya dewletê bi wî awayî berdewam be, heta dawiya îsal, xeld dibe çavnhêrê nirxa geşeya aborî, nerênî %12 bibin û ew rewşa kar jî reftara lawaz ya dewletê di warê aborî û siyaseta derve de nîşan dide.
Di Îranê de ku beşeke xelkê mal û halên xwe di nav bazara “Bûrs”ê de danabûn, niha rastî şikestê hatine û tev perê wan di nav wê danûstandinê de çûye û diyar nîne.