Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Jineka endamê şivara bajarê Bokanê hat girtin

22:03 - 9 Tîrmeh (Temûz) 2013

Kurdistanmedia: Jineka ku endamê pêşîn yê şivraya bajarê Bokanê bû ji aliyê hêzên ewlehiyên vî bajarî hat girtin.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, roja duşemî 8’ê Tîrmeha 2013’an, Şehîn Bayîzîdpûr endamê gera 10’emîn a şivraya bajarê Bokanê ji aliyê hêzên ewlehiyên ser bi Îtilata bajarê Bokanê hat destbiser kirin.
Şehîn Bayîzîdpûr ku yek ji damezrênerê encumena kem endamên bajarê Bikanê bû di vî varî de gelek ektîv bûye.
Heya bilavbûna vê nûçeyê sebeba girtin û cihê ragirtina Şehîn Bayîzîdpûr tu agahiyek ji ber dest nine.
Pêş li helbijartina posta serkomarî û şiwrayê bajaran li Îranê, berbijêrê şivrayê bajarê Bokanê bi navê Resûl Çûpanî ji aliyê hêzên ewlehîkaran ve hatibû destbiser kirin.
Bi gotina çavkaniyekî hayîdar Îdareya Îtalata bajarê Bokanê bi Resûl Çûpanî nivîskar, wêje û helbestvan gotine, dibe xwe ji berbijêriya şiwrayê bajar bikişînî, Çûpanî daxwaza wan ret kiribû.
Ji aliyk din ve piştî hilbijartinê hejmarek berbijêr bi navên “Xusro Salihî, Yûsif Salihî, Luqman Seîdî, Esed Cemiyanî, Mesud Mehmûdî, Sabir Felekî, Sulêman Îmam Zenbîlî, Jiyan Rostemî, Şoriş Dêhban, Mêhdî xdayî, Ferhad Kamilayî Bokanî, Ebdulah Behramî, Seîd Ehmed Husênî, Omîd Kurde û Ebdulla Elayî” narizayetiya xwe li encama hilbijartinan ragihandin û li ser vê bawerê bûn ku li pêvajoya dengdanê de saxtekarî hatiye kirin.
11 kes ji wan birbijêrane ku narizayetiya xwe derbirîbûn gazî kirine îdareya Îtilata bajarê Bokanê.