Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Jineka Kurd li devera Selasê seba pisgirikên malbatî dawî bi jiyana xwe anî

16:02 - 20 Tebax 2013

Kurdistanmedia: Jineka Kurd xelkê gundê “Kanîreş”a ser bi Selasa Bawecanî seba kêşên malbatî agir berda laşê xwe û jiyana xwe ji dest da.
Li gor nûçeya gehiştî malpera Kurdistanmedia, “Sergol Xendan” keça Hesen Xendan, roja duşemî berwara 19’ê Tebaxa 2013’an li gundê Kanîreşê agir berda xwe û jiyana xwe ji dest da.
Bi gotina kesên hayîdar paş ewê ku tevî mêrê xwe tûşî pirsgirikan dibe digere mala bavê xwe û piştre di encama çêbûna kêşe di navbera wan de, ew jine agir berdide laşê xwe.
Cenazê Sergol her di wê rojê de li goristana Îmam Şahsewar li gundê Kanîreş teslîmê erdê dikin