Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Jineka Kurd li herêma Pîranşehrê hat girtin

15:53 - 11 Kanûna pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Jineka xelkê gundê Sêpekana ser bi bajarê Pîranşehrê ji aliyê hêzên Întizamî yên rejîma Îslamiya Îranê ve hat girtin.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, roja Duşemî berwara 9\'ê Çileya Pêşîn a 2013\'ê, hêzên Întizamî yên rejîma Îslamiya Îranê êrîşkirine ser gundê Sêpekan û serbarî bêrêzî û bêhurmetîkirin, bi hinceta hebûna çek û teqemenî, mala hevwelatiyekî Kurd ya wî gundî lêgerînkirin.
Şahîdekê bi Kurdistanmediaê ragihand: Hêzên rejîm paş ewê ku tû tûştekî qaçax peyda nekirin, jineka akinciyê wê gungê bi navê Hemîn destbiserkirin.
Hemîn xelkê gundê Şerwet a ser bi devera Qeladizê a Herêma Kurdistanê ku çendîn sale jiyana hevjînî li gel hemwelatiyekî Kurdê Kurdistana Rojhelatê pêkanî ye û li gundê Sêpekan akincî bûn e.
Şahîdê han diyar kir: Hêzên rejîma Îranê paş şev û rojekê ku Hemîn destbiserkiribûn, navbirî dîportê Herêma Kurdistanê kirin e.
Li gor serhejmariya Kurdistanmedia, di destpêka meha Xezelwer a 1392\'a Rojî ve heya niha 28 hevwelatiyên Kurd ji aliyê hêzên rejîma Îslamiya Îranê ve hatine girtin.