
Rejîma Îranê bi merema zêdekirina heşîmetê, jinên devera germiyan yên ser bi komçeriyên Bextiyariyê dike qurbaniya siyaset xwe.
Kovara “Endêşeya Poya” di dawî hejmara xwe de raporek belav kiriye ku bexşnameyek ji aliyê Wezareta Tendirustê ve hatiye belavkirin ku nabe kerestên pêdvî bo pêşgiritin ji ducanbûnê bi jinên wê deverê bê danê û dibe heşîmeta Îranê zêde bibe.
Eva di halekê de ye ku bi sedema piştguhxistina wan deveran, jin di wan deveran de li rewşeke pir xirab de ne û rewşa jinan jî nebaş e û tev barê jiyanê li ser milê wan e û ti yek ji wan li warê aboriyê jî serbixwe nînin û ew biryara rehîmê givaşek e li ser wan.
Siyaseta zêdebûna heşîmet ji aliyê “Elî Xamineyî” ve hatiye diyarîkirin di rewşa niha a aboriya Îranê de hebûna zarokan xwe arîşeyek mezin e bo civatgehê.