Roja Pêncşemî rêkefta 7ê Çiriya Pêşîn parek ji jinên bajarê “Merîwan” a ser bi parêzgeha “Sine”yê li hember tundutîjiya dijî jinan kombûnek nerizayetiyê li darxistin.
Neraziyan bi helgirtina pilakartên pêywendîdar, kuştina “Faîze Melekîniya” şermizar kirin û daxwaza pêkanîna komîteyekê bo ragirtina ew tundutîjiyên ku li dijî jinan hene kirin.
“Faîze Melekîniya” ew keça temen 22 salî bû û xelka gundê Dewletava “Kurr kurre” a ser bi bajarê “Sine”yê bû ku di heyamê çend rojan berî niha ji aliyê babê wê ve hate şewitandin û canê xwe ji dest da.