Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Jîngeha ajelên kuvî bi sedema dengên teqînan li kangehên nêzî deverên parastî ji nav diçe

13:03 - 27 Nîsan 2022

Di parêzgeha Luristanê de bi sedema dengên teqînan li kangehên nêzî deverên parastî yên jîngehê, ajelên kuvî ji wan deveran direvin û jiyana wan dikeve ber gefê.

Binav Karnasek Jîngehê “Muhsin Tîzhûş” li bajarê Xuremabad ê girêdayî parêzgeha Luristanê gotiye: “Karê kangehan bi awayek kontrolnekirî jîngeha wê parêzgehê ji nav dibe, em nabêjin ku kar di wan kargehan de neyêne kirin, belkî em dibêjin ku tevî mifahvergirtin ji kangehan, deverên parastî yên jîngehê li wê parêzgehê jî biparêzin.”

Herwisa navbirî gotiye ku di paşerojek nêzîk de çendîn curên giya û ajelên kuvî dê ji nav herin û dengên teqînan li kangehên tenişta deverên parastî yên jîngehê bûne sedema revîna ajelên kuvî ji wan deveran.

Parêzgeha Luristanê ku di warê kangehan de yek ji parêzgehên dewlemend e, bi sedema dengê teqinan li kanghan û dengên maşînên kar li nêzî deverên parastî yên jîngehê, jîngeha ajelên kuvî yên wê parêzgehê ji nav diçe û berpirsên wê parêzgehê di dema îzindan bo karên kangehan, jîngehê berçav nagirin.