
Bi sedema avêtina zibil û paşmayîyên zêde li derdora bajarê Mihabadê, jîngeha vê deverê bi tevahî pîs bûye û bo welatiyan pirsgirêk çê kiriye.
Bi sedema nebûna cihek taybet, paşmayî û ziblên malan li derdora bajar têne avêtin, lewma jîngeha deverê tûşî pirsgirêkan bûye.
Bajarvaniya Mihabadê bi cihê pêragihîştin bi rewşê û çareserkirina vê, mijûlê gendelî û xwarina pereyê xelkê ye.
Xelk li hember vê rewşê nerizayetiyê nîşan didin û dibêjin, çima Bajarvanî bi rewşa paqijiya derdorê bajar ve nagihe, lê dema ku her ev zeviyane beş beş kirin û bo firotin hatine danîn, Bajervanî xwe dike xwediyê wan.
Tevî nerizayetî û gazindeyên xelkê, bajarvanî û aliyên pêwendîdar bi sedemên cuda xwe ji paqijkirina wî cihî diparêzin û cihek taybet bo avêtina zibil û paşmaweyan diyarî nakin.