“John Robert Bolton” Şêwirmendê berê yê ewlehiya kuşka Sipî ragihand: “Serneketina siyasetên Trump bi sedema givaşaxistinan nebû belku bi sedema givaşnexstin bi qasa hewce bû”.
Şêwirmendê berê yê ewlehiya kuşka Sipî “John Robert Bolton” di civînekê de digel televizyona “El-hedes” di bersiva pirsiyara paşhatên derketina “Donald Trump” ji Bercamê û bandora givaşên ku xistine ser rejîma Îranê de got: “Serneketina siyastên Donald Trump bi sedema givaşxistin li ser rejîmê nebû belku sedem kêm bûna givaşan bo ser Îranê bû”.
Herwisa navbirê got: “Ez wiha hizir dikim ku welatên deverê jî digel wê yekê ne ku Îranê bona berfirehtirkirina karlêkeriya xwe li deverên wekî Îraq û pêwendiya wê digel rejîma Sûriyê û Hizbullah li Lubnanê û kontrolkirina devera Rojhilata Navîn bi rêya bikaranîna Hûsiyan, pîlan û bername hene.
Herwisa “John Bolton” got: “Hekî bi qasa hewce li hember Îranê nederkevin gef dê her bimînin lewma, dibe givaşa herî zêde li ser Îranê de bînin”.
Di berdewamiya wê hevpeyvînê de, “John Bolton” li bersiva pirsyara wateya givaşên zêde bo ser rejîma Îranê de got: “armanc min xala herî girîng li givaşa herî zêde li ser rejîma Îranê, piştevanîkirina opozîsiyona Îranê ye”.
Herwisa navbirî di dawiyê de got: “Xelkê Îranê ji berê zêdetir dijatiya rejîma Îranê dikin û niha jî di Îranê de xwenîşandan û nerzayetiyên seranserî berdewam in lê, ew li ragihandinan de nayêne belavkirin”.