Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kamil wehabî pêşmergê PDKÎ

14:21 - 15 Îlon 2013

Hevpeyvîn: Arif Vêlzî

Kamil wehabî kurê Qadir sala 1349’an(1970) li bajarê Mihabadê di malbatek navincî de tê dinê. Kamil di Depêka zarokatiya xwe de diçe ber xwendinê û qonaxa despêkî a xwendinê bi dawî tîne û diçe qonaxa nawendî, piştî salekî xwendinê bi cih dihêle û dest diavêje kasibî û karkirinê.

Kamil deheq nasîn û tevlîbûna xwe bi PDK Îranê re weha dibêje: “Bi sedema vê ku di serdemê şoreşa gelên Îranê kurmamên min û bavê min pêşmergên PDKÎ bûn, her di despêka zarokatiya xwe de min PDK Îranê nas dikir û tevî siyaset û nêrînên vê partiyê nasyar bûm, lewra di temenê 16 saliyê de, dema ku hêza “Efşîn” a PDK Îranê li herêma “Serşaxan” a derdora Mihabadê akincî bûn, min biryar da ku tevlî PDKî bim. Ez çûm baregehên partiyê û min daxwaz kir ku weke pêşmerge bêm wergirtin, wan jî daxwaza min qebûl kir û bi sedema vê ku kurmamên min di vê hêzê de pêşmerge bûn, her di roja yekemîn de çeka pêşmergatiyê dan min, lê ez bo Fêrgeya siyasî-nizamî nehatime şandin. Ez ji wî çaxî ve heya niha bê sekinîn li ser xebat û tekoşîna xwe berdewam im”.
Kamil Wehabî roja herî xweş a jiyana pêşmergatiya xwe weha tîne ziman û dibêje: “Sala 1367’an (1989) ez li hêza Kêleşîn pêşmerge bûm, rojekê şehîd Hemze Bêhnam ez gazî kirim û got sibê wê mêhvan bo hêza me bên, lewra daxwazê ji te dikim ku tu ji mêhvanan re çayê bînî, min daxwaza wî qebûl kir, roja paştir dema mêhvan hatin min dît ku Dr. Qasimloyê rêber e, min di despêkê de rexne ji şehîd Hemze girt ku çima negot min ku kak Dr. Qasimlo mêhvanê hêzê ye? Piştre bi şerm û fediyek zaf min çayek ji şehîd Qasimlo re danî, Dr. Qasimlo dema rûçikê min dît zanî ku ez şermê dikim û min re got: “Tu çima şermê dikî?” Min di bersiva wî de got ku qurban li hemberî cenabê te her kesek şermê dike, piştre daxwaz ji şehîd Hemze Bêhnam kir ku min weke pêşmerge tevî xwe bibe, lê min daxwaz jê kir ku heke îmkan hebe ez her li hêza Kêleşîn bimînim, Dr. Qasimlo pirsyar kir çima? Min di bersivê de got qurban ev berpirsatiye pir zehmet e û ez nikarim wê qebûl bikim. Eva roja herî xweş a jiyana min bû ku hertim li bîra min e û şanaziyê pêve dikim”.

Di hember de jî roja herî nexweş a jiyana xwe weha tîne ziman: “Roja 22’ê Pûşpera sala 1368’an(1989) hêzên Agirî û Kêleşîn bi fermandehiya kak Têymûr Mistefayî li geliyê “Gaderan” bûn, piştî şerek giran û pir destkevt bû, hêza pêşmerge bi yek birîndar ku ew jî kak Têymûr bû, karî derbek mezin li hêzên Komara Îslamî bixe, roja 26’ê Pûşperê em bi dilek pir xweş ber bi baregehên partiyê li çiyayê “Dalanper” ve vegeriyan, dema em gehiştin baregehê tewahiya kadr û pêşmerge xembar û dilgiran bûn, wî çaxî ji mere gotin ku Dr. Qasimlo şehîd ketiye. Eva roja her nexweş a jiyana min e ku qet nahê jibîrkirin”.

Kamil Wehebî derheq vê ku çima heya niha jiyana hevpar pêk neaniye dibêje:” Bi sedema vê ku ez hertim li navçê û di kar û barên leşkirî de bûme, min nexwestiye ku herim nava piroseya jiyana hevpar de û herweha li ser vê baweriyê me jî ku, heya PDK Îranê cardin venegere Kurdistana Rojhilat, ez jiyana hevpar pêk neînim”.

Kamil Wehabî çavnihêrî û hêviyên xwe derheq PDK Îranê weha tîne ziman û dibêje: “Hêviya min serkevtina PDK Îranê ye û herweha ez ji rêya rojnameya we daxwazê ji xelkê Kurdistanê dikim ku piştevaniya PDK Îranê bikin û herweha daxwazê ji wan kesan dikim ku bi her sedemekê di refên hêzên Komara Îslamî de ne, destan ji vê karê qirêj bikêşin û cardin vegerin hembêza gelê xwe”.
Kamil Wehabî bi vê gotinê hevpeyvîna xwe bi dawî tîne: “peyama min bo xortên Kurdistana Rojhelat ev e ku dîroka gelê xwe ji bîr nekin û dilsoz û hevkarê partiya xwe bin û bên û bi zaniyariyên xwe refên pêşmergên PDK Îranê bihêztir bikin”.