Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kamyaran/ Roja pêşmergên Kurdistanê bilind hat nirxandin

18:40 - 16 Kanûna pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Li bajarê Kamyaranê endamên PDKÎ roja 26\'ê Sermawezê bi bilavkirina çalakiyên teblîxî bilind nirxandin.

Li gor rapora Kurdistanmedia, endamê û algirên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi boneya 17\'ê Çileya Pêşîn roja pêşmergên Kurdistanê li bajarê Kamyaranê çalakiyên teblîxî bi nivîsîna derûşm li ser dîwaran û bilavkirina tirakên bi vê bonê, wefadariya xwe ragihandin.

Cihên ku çalakî hatin kirin pêk hatine ji:
Rêya Elk, derpora mizgevta Hemze, derpora Ferhengsera, şeqama Dr. Qasimlo, ban tepe û şeqama 12 mêtrî.