Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kanada: Rûhanî bûkekî like di nav destê Xamineyî de

22:52 - 17 Hezîran 2013

Kurdistanmedia: Wezareta derve yê Kanadayê ragehand, serkomarê nû yê Îranê jibilî bûkekî lik dinav destê Xamineyî de, tu tûştekî din nine.



Can Bird wezîrê derve yê Kanadayê ragehand, hilbijartinên Îranê gelek nadaperwerane û nademokratîk bûn û xelkê Îranê li hilbijartinên serbest bêparin.


Wezîrê derve yê Kanadayê herwiha got: Di Îranê berbijêran dibe parzîmka konseya nobedarê (Şivra Nîgehban) bidin ku di navbera 700 kesan de tenê 8 kes hatin pejrandin û ev 8 kese jî hemiyan bawermendên nîzama weliya Feqîh in.

Can Bird eva jî anî berbas û got, hilbijartina gera 11\'emîna serkomarê bitewahî ji aliyê rejîma Îranê vê hatibûn bernamerîjîkirî.

wezîrê derve yê Kanadayê got: Hesen Rûhanî serkomarê nû yê Îranê tenê bûka destê Elî Xamineyî ye.

Her divê pêwendiyê de welatê Îsrayîlê jî ragehand, hilbijartinên rejîma Îranê jibilî nimayîş û şanoyekê tu tûştekî din nebûn.

Karbidestên Îsrayîlê li ser vî bawerê ne ku rejîma Îslamiya Îranê siyaseta xwe derheq welatên derve fêlbaziyeke û ji aliyê rêberê Îranê ve tê diyarkirin û serkomar tu rolek nine.