Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kanadayê hikmê “Dadgeha bilind a Ontariyo” li derheq balafira Ukraynê bo Wezareta Derve ya Îranê şand

12:53 - 8 Hezîran 2022

Dewleta Kanadayê daye zanîn ku, hikmê “Dadgeha Bilind a Ontariyo” ya li derheq xistina balafira Ukraynê li esmanê bajarê Tehranê bo Wezareta Derve ya rejîma Îranê şandiye.

Dewleta Kanadayê roja derbasbûyî bi Kompaniya Dadwerî ya “Gardiner Miller” ku parêzvaniya hejmarek ji qurbaniyên xistina xwarê ya balafira Ukraynê dike, ragihandiye ku hikmê “Dadgeha Bilind a Ontariyo”yê radestî berpirsên rejîma Îranê kiriye.

Di sala derbasbûyî de “Dadgeha Bilind a Ontariyo”, biryar da ku rejîma Îranê bi zanebûn û bi encamdana kiryarek terorîstî, balafira Ukraynê ya herjmara firîna 752 li esmanê Tehranê xistiye xwarê.

Rejîma Îranê li derheq biryara “Dadgeha Bilind a Ontariyo”yê gotiye: “Ew mijare derveyî welatê Kanadayê û derveyî şiyana biryardana Kanadayê qewimiye”.

Balafira rêvîngiya Ukraynê ya hejmara firîna 752 li 18ê Befranbara sala 1398`an a Rojî, bi 2 mûşekan ji aliyê Spaha Pasdaran a terorîst ve li esmanê bajarê Tehranê hate teqandin û tev rêvîngên wê balafirê ku 176 kes bûn canê xwe ji dest dan.