Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kanadayê rejîma Îranê bi dana 107 miliyon Dolar qerebû bi malbatên qurbaniyên balafira Ukraynê re ceza da

11:38 - 4 Kanûna Paşîn 2022

Di duhemîn salvegera xistina xwarê ya balafira rêvîngî ya Ukraynê ji aliyê Spaha Pasdaran a terorîst ve, Dadgeha Bilind a “Ontario”ya Kanadayê hikmê xwe ragihand û daye zanîn eva “kiryarek terorîstî û bi zanebûn bûye”.

Serokê Dadgehê “Edward Blobaba”, roja duşemî 3ê Kanûna Paşîn a 2022an, daye zanîn ku sikalekeran îsbat kir ku kevtina xwarê ya balafira Ukraynê kiryarek terorîstî bûye.

Herwisa ew dadgehe li ser sikalaya şeş kes ji malbatên qurbaniyên balafira Ukraynê bi rê ve çûbû û wê dadgehê rejîma Îranê bi dana 107 miliyon Dolra qerebû bi wan malbatan re ceza da.

Tawanbarên wê dosiyayê Elî Xamineyî rêberê rejîma Îranê, Spaha Pasdaran, Stada Giştî ya tev hêzên çekdar û hin berpirsên payebilind yên wek Mihemed Baqirî, Husên Selamî Fermandê Spahê, Emîr Elî Hacîzade Fermandê Hêzên Esmanî û Seyîd Ebdulrehman Musewî Fermandê Giştî yê Artêşê ne.

Balafira Ukraynî ya hejmara 752, sibêdeha 18`ê Befranbara 1398an a Rojî li esmanê Tehranê de bû armanca du mûşekên Spaha Pasdaran a terorîst û tev rêvîngên nav balafirê de canê xwe ji dest dan.