Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kangehên Rojhilatê Kurdistanê ti qazancek bo xelkê Rojhilatê Kurdistanê tinînin

13:13 - 3 Tîrmeh (Temûz) 2021

Pêka nûçeyên ku gihîştine bi malpera “Kurdistanmedia”ê, kangehên Rojhilatê Kurdistanê bi taybet kangehên li bajarê Bokanê, ti qazancek bo xelkê bajar û deverê tinînin.

Welatiyan li Bokanê ragihandine ku bi 10an kengeh ên kevirên cor be cor wekî “Trawirten, Mermer û granît” hene lê bi sedema nebûna kargehên birîna keviran, berhemên wan kangehan bo bajarên wekî “Îsfehan, Şîraz, Yezd û Kirman”ê têne veguhastin.

Herwisa kevirên wan kangehan ji aliyê mafiyayên girêdayê Spaha Pasdaran ve bi nirxeke herî kêm bo wan kargehan têne firotin û dubare bi nirxeke herî bilind bi xelkê deverê difroşin.

Qazanca kevirên wan kangehan bi tenê bo Spaha Pasdaran a terorîst e û xisara sirûştî jî bo xelkê deverê dimîne.