Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Karaba 8 xwendingehên bajarê Sine bi sedema deyn qutbûye

20:42 - 25 Kanûna pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Seba kêmiya bûdce û terxan nekirina diravê hevce, 8 xwendingehên bajarê Sine li devera Yeka Perwerde û Hînkirinê qutbûye û arîşeyeke zaf bo debistanan çêkiriye.
Qutbûna karaba wan 8 qutabxanane seba nedana diravê karaba ji aliyê îdareya karaba ve hatiye gorê û serbarî pêdeçûna berdewam û micid, tû bersivek ji bo çareseriya wê arîşeyê nehatiye encam dan û ewa jî piroseya xwendinê bo dersxwanên wan 8 xwendingehane tûşî astengî û dijwarî kiriye.
Rêveberî îdareya karaba yê bajarê Sine ragihand: Li rojên Çarşemî, Pênçşemî û Înê ya her heftiyê karaba wan xwendingehane qut dibe û heya çareseriyek bo deynê peyda bikin û weke tembîhkirina rêveberên xwendingehê ew kare encam dan e.