Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Karbidestên berê yên rejîmê îtiraf dikin ku di despêka şoreşa gelan a Îranê de xwestine “Dr. Qasimlo” teror bikin

12:54 - 24 Îlon 2020

Yek ji karbidestê berê yê Wezareta Îtila`at a rejîma Îranê, “Seîd Hecariyan” di gotarekê de ragihandiye: “Dema Dr. Qasimlo di hilbijartinan de deng anî bû, Xomêynî got ku hekî bê Tehranê, nazivire”.

Wî terorîstî di gotinên xwe de da xuya ku di proseya deshilatê de, her bûyerek bi awayekî bêbawerî di nav xelkê de afirandiye û ew valatiye ticarî nayê pirkirin.

Wî karbidestê rejîmê îşare bi vê yekê kiriye ku di encama wê bêbawiriya xelkê bi deshilatê re, hinde biçûk bûne ku, deshilat heta serperestiya avaker û karbidestên xwe jî nake.

Navbirî got: “Xelkê bawerî bi deshilatê nîne û rewş niha wisa kiriye ku xelk wisa dizanin, hekî di welatên “Îmarat û Kuweyt”ê de kedkariyê bikin gelek baştir e ji wê yekê ye ku bêjin em xelkê Îranê ne.

Hecariyan yê terorîst bas ji vê yekê dike ku, çewtekariyên rejîmê bûne sedema wan krîzan, hem “Ehmedînijad” û hem “Rûhanî”, digel xelkê derev kirin ku eva jî ji servetir çavkaniyê digre.

“Dr. Qasimlo” di dema hilbijartinên “Meclîsa Xubregan” de dengê yekem anî, lê dema ku dixwest here bajarê Tehranê, hate agehdarkirin ku Xumêynî hewlê dide wî teror bike, di wî demî de Xumêynî gotibû: “Xwezî hatiba”.

Piştî 41 salan ji wê bûyerê, niha karbidestên rejîma Îranê îtiraf dikin ku Xumêynî biryara terorkirina “Dr. Qasimlo” dabû.