Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Karbidestên rejîma Îranê: Avakirina dewleta Kurdî li Îraqê de ne qazance

15:47 - 30 Nîsan 2013

Kurdistanmedia: Cêgirê wezîrê derve yê Îranê ragehand, çêbûna dewleta serbixweya Kurdî li Îraqê de îmkan nine û Îraq jî rê nade dewleta Kurdî ava be.

Husên Emîr Ebdullahiyan cêgirê wezîrê dereve yê rejîma Îslamiya Îranê, ji rojnameya “Yeni Şafak”a Tirkiyê re axivî: Astengiyên navbera Şîe û Sunî li Îraqê de rê nade ku dewleta Kurdî li Herêma Kurdistanê ava be û got jî : bi hizra me ew astengiye ji van zûyane çareser nabe.

Ew karbidestê rejîma Îranê serbarî bi kêm girtina Herêma Kurdistanê weha anî ber bas, hikumeta Bexdad ji heyamê 10 salên derbas bûyî de zor bi başî û cidî pêngava xwe bo pêxema demokrasiyê daniye.

Ev axavtine di demekê de bû ku berwara 23’ê Nisan a 2013’an, li encama êrişên hêzên Sopaha Îraqê bo ser xwepêşandanên Sunî yên bajarê Hewîce li parêzgeha Kerkûkê 200 hevwelatî bûne qurbanî û hindek çavkanî bas li dest têdebûna rejîma Îranê li vê kuştarê dikin.

Wezîrê Sunî mezhebê Perwerde û hînkirina Îraqê li lêkdanekê de bo kanala Elcezîrê eşkere kiriye, li naw hêzên supaha Îraqê de ku êriş kirine ser xwepêşandan hindek kes hebûne ku bi zimanê Farsî axavtin kirine û egera vê heye ewane ser bi rejîma Îranê bin.
Roja 23’ê Nisan a 2013’an, xwepêşandanên bajarê Hewîcê li hikûmeta Nûrî Malikî ji aliyê supaha Îraqê ve êriş kirine ser û li encam de 50 hevwelatî hatine kuştin û 150 kes jî hatine birîndar kirin.

Cîgirê wezîrê derve yê Îranê Amîr Abdullah derbarê ambargoya li ser Îranê jî wiha got: “Şandina petrola me bi awayekî baş dimeşe. Mesele gelek welatên Ewrûpa ji mêj de Îran ji lîsteya ambargoyê derxistine. Heta ev pêşniyar ji wan hat. Ji ber dema ambargo danîn ser Îranê, gelek zerer dîtin. Ev 2 sala herî zêde kompaniyên petrolê ji Îranê dikirin, yên Ewrûpa û Amerîka ne.”