
Kurdistanmedia: Pasdarê terorîst Qasim Silêmanî, fermanderê Spaha Qods a rejîmê, di civîna digel berpirsên vê rejîmê, bi awayekî nefermî, î`tiraf bi herfîna desthilatê kir.
Karbidestên rejîmê bi awayî berdewam bas ji vê dikin ku, hikûmet di bin gefan de ye , û eger pêngavekê bo çareseriya arîşeyan hilinegirin, bi awayekî giştî desthilat wê ji dest bidin û tiştek bi navê şoreşa Îslamî namîne.
Her di vê derheqê de, Qasim Silêmanî, pasdarê rejîmê, di civînekê de pêdagîrî kir ku, îslam di bin gefan de ye, û Hewze dibe agehdarê parastina hikûmetê bin.
Wî karbidestê rejîma Îranê, bi fermî î`tiraf kiriye ku, di navbera fikira Xomênî û Xanime`iy di zanîngeh û Hewzan de valahiyek heye.
Navbirî di vê civînê de, di beşeke axavtinên xwe de got, eger ev hikûmeta zirarê bibîne, îslam jî namîne û îzina dubare bi me nadin û herwisa bi fermî î`tiraf jî kir ku, tiştek bi navê Îran namîne.
Ev rewtên Îslamî yên ku ew pasdarê terorîst behsa wan dike, her ev girûpên tundrew û terorîst yên li deverê ne ku, bi navê ola Îslamê, hemû core hovîtiyan encam didin, û rejîma Îran jî, piştevaniyên me`inevî û aborî didin wan, û herwisa Qasim Silêmanî bixwe serperestiya wan girûpên terorîstî dike.
Her di vê pêwendiyê de, Amerîkayî bernameyên xwe yên li dijî siyaset û kiryarên rejîma Îranê, piştî hatina ser kar a “Dunald Tromp” ber bi pêş ve birine, û yekem kiryar jî vekişana wî welatî li hevkirina Bercamê bû, piştre jî sepandina dorpêçên aborî li dijî wê rejîmê, û herwisa Girûpa Kar li dijî vê rejîmê jî pêk anî, ku micid bûna Amerîkayî û welatên din yên cîhanê li dijî kiryayên rejîma Îranê nîşan dide.