Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

karbidestên rejîmê di devera Naziyê de li Bajarê Urmiyê avahiyê kesekî herifandin

12:10 - 24 Çirriya paşîn 2021

Di devera Naziyê de li bajarê Urmiyê, avahiyê kesekî bi bê agehdarkirina berê û bê ti huşdariyek herifandine.

Pêka girte vidyoyên ku bo “Tishk TV” yê hatine şandinê, karbidestên rejîma Îranê li devera Naziyê, bi hêceta neyasayîbûna avakirina wê avahiyê û bê agehdarkirina berê û bê ti huşdarîdanek êrîşî ser wê avahiyê kirine û bi loderan ev avahî herifandine.

Xelk ji wê kiryara rejîmê nerazitiya xwe nîşan dabûn û li dewra wan karbidestên rejîmê kom bibûn û hewla rêgirî ji herifandina wê avahiyê kiribûn lê karbidestên rejîmê bi zorê û gefxwarin li xelkê dîwarên avahiyê herifandine.

Herwisa wan hêzên rejîmê daxwaz ji xelkê kirine ku wir bi cih bihêlin û îdia kirine ku bê belge xaniyê ti kesî naherifînin.

Herwisa ew herifandin bi bê agehdarkirina berê hatiye kirin û xwediyê wî awahiyê bi ti awayî hay ji hatina wan karbidestên rejîmê nebûye û kelûpelên wî di bin diwarên herifandî de mane û xisarek gelek zêde bi wî welatîyî kevtiye.

Welatiyan ragihandine ku berpirsên wê deverê xemsar in û ti girîngiyeke bi pirsgirêk û daxwazên welatiyan nadin û bi bê hebûna belge û bi bê agehdarkirina xelkê her karekî dixwazin dikin.