Berteknîşandan û serpoşkirina gendeliya malî a Spaha Pasdaran ji aliyê karbidestên rejîmê û bi taybet kesên ser bi Spahê ve berdewam e.
Berdevkê Spaha Pasdaran a terorîst “Remezan Şerîf” roja Duşemî 25ê Rêbendanê li derheq belavbûna fayla dengî ya gendeliya maliya Spaha Pasdaran îdia kir û got: “Navendên çavdêriya Spahê 5 sal berî niha ji nebirêveberî û gendeliya yek ji şirketên girêdayê Spaha Pasdaran agehdar bû”.
Herwisa navbirî îdia kir, ew kesên ku di wê gendeliyê de dest hebûne radestî navendên dadwerî hatine kirin û hatine cazadan û niha di girtîgehê de ne.
Berdevkê Spaha Pasdaran a terorîst di halekê de basa cezadana kesên tawanbar û gendel dike ku navê “Mihemedbaqir Qalîbaf” çendîn caran di wê fayla dengî de hatiye lê, ew kesê gendel ne tenê nehatiye cezadan, belkî niha Serokê Mecilsa rejîma Îranê ye.
Herwisa “Cemaleldîn Abrûmend” û “Mihemedelî Ceiferî” ji wan kesanan in ku di wê diziya miliyardî de dest hebûne û niha ne tenê nehatine cezadan, belkî li ser kar û postên xwe berdewam in.
Herwisa “Remezan Şerîf” Berdevkê Spaha Pasdaran ti basek ji “Qasim Silêmanî” yê terorîst nekiriye ku yek ji kesê sereke bûye di wê diziyê de.
Ew fayla dengî roja Pêncşemî 21 Rêbendanê hatiye belavkirin, û gendeliya milyardî ya Spaha Pasdaran û Şaredariya Bajarê Tehranê hatiye eşkerekirin.