Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Karbidestên rejîmê li Pîranşarê, bi hêceta wergirtina bacê givaş xistine ser xwediyê ajelan

13:10 - 10 Şibat 2021

Pêka nûçeya ku gihîştiye bi malpera “Kurdistanmedia”yê, Fermandarê bajarê Pîranşarê, berî hatina demsala Biharê, bi hêceta vê yekê ku xwediyê ajelan di piraniya gundan de, xelek li guhê ajelên xwe nedane, tevî nedana para konsantre û ceh, gef li wan xwariye ku dê ajelên wan zewt bikin.

Gefa nedana para Konsantre û cehên xwediyê ajelan di halekê de ye ku, di bazara azad de her kîlo ceh, bi 4 hezar Tumenî ye.

Pêka biryara karbidestên rejîmê, xwediyê ajelan dibe bo her ajelekê, 4 hezar û 500 Tumenî bacê bidin û xelekê jî bi guhê ajelên xwe bidin, hekîne mafê wan nîne ku di demsala Biharê de, ajelên xwe bo çêrîngehan bibin.

Herwisa xwediyê ajelan, çendîn caran rastî gefên karbidestên rejîmê hatine ku hekî xelek li guhê ajelên wan nebe, dê wan zewt bikin.

Ew gefane di halekê de ne ku, îsal bi 100an ajelên xelkê gundên ser bi bajarê Pîranşarê, ji aliyê karbidestên rejîma Îranê ve hatine zewtkirin.