
Kurdistanmedia: Rejîma Îranê di nûtirîn hewlên xwe de li dijî xelkê Kurdistan û nemaze ciwanan, bi belavkirina wêneyên keç û xortên Kurdistanê, sivikatiyê bi kesayetiya wan dikin, û herwisa bêhormetî bi malbatên wan dikin.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, ev heyama çend mehane ku, li hindek bajarên Kurdistanê kanaleke telegiramî çêkirine di vê kanalê de bi bekavkirina wêneyên jin, mêr, xwedî malbat, keç û xortên li bajarên Kurdistanê bêrêzî û bixtanan ji wan dikin.
Li gorî nûçegihaniya malpera “Kurdistanmedia”yê, ew kanala Telegramî, li bajarên wekî: “Şino, Serdeşt, Mehabad û çendîn bajarên din, wêneyên keç û xortan belavdikin, û tevî sivikatî û bêrêzîkirin bi malbatên wan, ew rastî alozî û nexweşiyên malbatî kirine, û heya di hindek rewşan de jî, rastî telaq û lihevcudabûnan hatine.
Nûçegihanê malpera“Kurdistanmedia”yê daye xuyakirin, hevwelatiyan bo çendîn caran nerazîbûnên xwe derheq wê kanalê nîşan dane, lê heya niha îdareyên rejîmê di vê derheqê de, tu hewlek nedane, û hevdem hevwelatiyan jî li dijî wê kanalê doz vekirine, lê, bê bersiv mane, û piştî nerazîbûnên hevwelatiyan ev kanalane çalakiyên xwe zêdetir kirine.
Her di vê pêwendî de, hevwelatiyan nigeraniya xwe nîşan dane ku, belavkirina wênaneyên wiha, ku sivikatî bi kesayetiyên xelkê ye, dibe sedema wê ku, dest bi xwekujî bidin.
Xelkê Kurdistanê, navendên întizamî û ewlehiyê yên rejîma Îranê, wekî encamderên wê kiryarê dizanin, û hevdem birêveberên wan kanalan jî ku, ser bi rejîma Îranê ne, ji aliyê rejîmê tên piştevanî kirin.