Karbidestên Rojavayî ji danûstanên “Viyen”ê, bê hêvî bûne û ragehandine ku rengehiya vê yekê heye ku heta dawiya meha “January”ê digel şikestê rûberû bibe.
Roja Sêşemê 5ê Kanûna Paşîn, Serokwezîrê Brîtaniyayê “Boris Johnson” li derheq beşdariya “Îran”ê di danûstanên “Viyen”ê de ragihand: “Bi sedema micid nebûna Îranê di danûstana de û baş nebûna hizra Îranê, rengehiya vê yek zêde ye ku heta dawiya meha “January”ê ev danûstan rastî şikestê bibe û dema gehiştin bi rêkevtinê ber bi dawiyê ve diçe.”
Ji aliyekê din ve jî, Nûnerê Rûsiyê di danûstanên “Viyen”ê de “Mikhail Ulyanov” ku wekî berevanek di navbera “Îran û Amerîkayê” di danstanan de beşdariyê dike gotiye: “Bo pêşveçûna danûstanan divê dorpêçên li ser Îranê bêne hilveşandin, çimkî ew dorpêç mezintirîn lemper bo zîndîkirina Bercamê ye.”
Rejîma Îranê di danûstanên “Viyen”ê de hizrek baş tinîne û bo armancên xwe mifahê jê verdigire, heyamek berî niha, Wezîrê Derve yê Îranê “Husênemîr Ebdulahiyan” gotibû: “Armanca bingehîn a Îranê bo beşdarîkirin li danûstandinên nû yên Bercamê, gihîştin bi encamekê ye ku Îran bikarê bi awayek azad “Neft”ê bifiroşe.