Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Karkerên kompaniyên “Muxabirat” di parêzgeha Fars de kombûna nerizayetiyê lidar xistin

12:34 - 14 Hezîran 2020

Karkerên çend kompaniyên “Muxabirat” yên parêzgerha Fars di ber deriyê avahiya Muxabirat a parêzgeha Fars de, kombûna nerizayetiyê bi rê ve birin.

Roja Şemî, 13`ê Hezîranê, komeke karkerên kompaniyên “Moxabirat” yên parêzgeha Fars rûbirûyê avahiya “Moxabirat” a wê parêzgehê kombûna nerizayetiyê lidar xistin û daxwaza xwestên xwe yên rewa û yasayî kirin.

Karkerên wan kompaniyên “Muxabirat”ê daxwaz dikin ku terha cudakirina kar pêka yasayan bê cîbicîkirinê û herwisa daxwaz dikin ku hevkarên wan yên şêwrayî wegerin bo ser karê xwe ku piştî birêvebirina cudakirina kar bi awayê neyasayî ji kar hatibûne derxistinê.

Hewisa wan karkerên Muxabiratê ji tinebûna wekheviya qasa heqdestê gazinde kirin û gotin ku: “Ti dadperweriyek tinîne û dema 2 kes li ser yek karê ne û wekhev di yek odeyê de yek kar dikin yek heqdestê wî 8 milyon e û yê din 3 milyonan werdigre”.

Herwisa li ser wê mijarê, di çend rojên derbasbûyê de, karkerên kompaniya “Muxabirat” a parêzgeha “Tewrêz”ê jî xwest û daxwazin wisa hebûn.

Rejîma Îranê bi tedaxul di karûbarên wergirtin û derxistina karkerên kompaniyên “Muxabirat”ê de, kesên ku girêdayî bi xwe ne zêdetir li ser kar datînin û hewl didin yên din li ser kar derxînin û taya “Heraset” a wan kompaniyan di dersixtin û wergirtina karkeran de rola bingehîn heye.