
Karkerên weguhastin yên şirketa weguhastin ya bajarê Bendera Xumêynî, li ser paşketina heqdestan xwenîşandana nerizayetiyê liodar xistine û karê şirketa petrokimiyayê rawesta.
Roja Şemî, 18ê Tîrmeh ê, Karkerên şirketa weguhatin a Bendera Xumêynî derheq paşketina heqdestê xwe û nebûna xizmetguzariyê, dest kirine xwenîşandanê û di encamê de zêdetir ji 4 hezar personel û karkerên şirketa petrokîmiya wî bajarî nekarîne biçne ser karên xwe û karên wan rawestaye.
Heya niha rejîma Îranê ti karek derheq lêkolîn û jêpirsîn li berpirsên wan şirketan nekiriye û pirsgirêka wan karkeran piştguh hatiye havêtin.
Çend mehan berî niha jî wan kedkarên şirketa weguhastinê li ser paşketa hiquq û heqdesta xwe, xwenîşandana nerizayetiyê bi rêve biribûn.
Nerizayetiya kedkar û qatên dinê di Îranê de ewa çend roje di Îranê de berdewame û rejîma Îranê heya tevî ku ti karek bo terxankirina paşketa heqdest, û dabînkirina hewcehiyên wan qatên civakê nekiriyê, di hin cihan de ew tepeser jî kirine, heya dengên wan bifetisîne.