
mûçeyên karmendên Îdareya “Hemyarî” li Parêzgeha “Urmiyê” heyama 10 mehan e ku ji aliyê berpirsên îdareya“Hemyari”yê ve nehatiye dan.
bi bilindbûna nirxan û nebaşbûna rewşa aboriya xelkê di Îranê de, nedana mûçeyên karmendan îdareya Hemyariyê bûye arîşe û astengî bo malbatên wan karmendan, lewma beşek zêde ji wan karmendan neçar mane di qerax karê xwe yê îdareyê de karên din jî bikin heta bikarên beşek ji hewcehiyên xwe yên rojane dabîn bikin.
Herwisa hatiye belavkirin ku bi sedema neşiyan di birêveberiyê de heyamek berî niha Heyeta birêveberiya wê îdareyê hate guhartin lê ti bandorek li ser meşa kar û dana mûçeyên wan karmendan nebû.
Di vê derheqê de Cihgirê Avedanî yê Parêzgarê Urmiyê “Yasir Rehberdîn” îdia kiriye ku biriyar e heta meha Cozerdana sala 1401an a Rojî mûçeyên wan karmendan bêne dan.
Aboriya Îranê bi sedema siyasetên çewt ên rejîma Îranê ber bi herifîn û iflasa yekcarî ve diçe û rojane di navendên hikûmî û nehikûmî de bi sedema nedan heqdest, kêmbûn û paşketina heqdestan, di seranserê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kombûnên nerizayetiyê têne lidar xistin.