Karnasên Mafê Mirovî yên Saziya Netewên Yekgirtî, roja Çarşemî rêkevta 1ê Befranbarê di daxuyaniyekê de îdamkirina şehîd “Heyder Qurbanî” girtiyê siyasî yê Kurd ji aliyê Rejîma Îranê ve şermizar kirin.
Di beşek ji vê daxuyaniyê de hatiye: “Rejîma Îslamî ya Îranê “Heyder Qurbanî” di halekê de îdam kir ku dosiya navbirî li Dîwana Bilind a Welat di bin lêkolînê de bûye û bi awayekî veşartî îdam kirin; Nerizayetiyên berfireh li ser berpirsên rejîma Îranê ne û em nîgeranê vê yekê ne ku rejîm ew hewla serberedayî tenê bo çêkirina tiris di nava xelkê de encam dabe”.
Çekdarên rejîmê li rêkevta 20ê Rezbera sala 1395an a Rojî rijiyane ser mala “Heyder Qurbanî” kurê şehîd “Elî” û bi tawana endametî li PDKÎ û beşdarî di tevgera rewa ya xelkê Kurdistanê de binçav kirin û bo girtîgeha rejîmê veguhastin.