Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Kazim Xerîbabadî”: “Amerîka amade nîne tehrîmên li ser 500 kes û saziyan hilnagire”

12:36 - 29 Tîrmeh (Temûz) 2021

Nûnerê rejîma Îranê li Rêkxistinên Navnetewî li Viyenê“Kazim Xerîbabadî”, gotiye: “Di dema danûstandinên li ser zindîkirina Bercamê, Amerîkayê gelek daxwazên Îranê bo zindîkirina Bercamê wekî, rakirina tehrîman li ser 500 kes û saziyan red kirine”.

“Kazim Xerîbabadî” di hevpeyvînekê de digel malpera Ofîsa Rêberiya Komara Îslamî ku li roja Çarşemiyê hatibû belavkirinê  gotibû: “Amerîka pêdegirî li ser helwîstên xwe yên dujminkarane di danûstandinên Bercamê de dike.”

Îran û Amerîka di şeş doreyên danûstandinên nerasterast de bi navbendçîtiya endamên Bercamê li Viyenê, bi armanca zivirandina rejîma Îslamiya Îranê bo ser sozên xwe yên navkî û rakirina tehrîmên Amerîkayê ancam dane ku Bercamê zindî bikin, lê piştî hilbijartina Serkomariya rejîma Îslamiya Îranê heyameke zêde ketiye navbera  danûstandinên doreya 6ê digel doreya bê ya Bercamê.

Herwisa wî  nûnerê rejîma Îranê gotiye: “Amerîka bo zindîkirina bercamê gelek zêdexwazî hene ku heta servetir ji lihevhatina Bercamê ne”.

Wî nûnerê rejîma Îranê daye zanîn ku Amerîkayê rakirina beşeke tehrîman û herwisa derxistina navê Spaha Pasdaran ji listê girûpên terorîstî rasterast bi encama danûstandinên li derheq pirsên deverê girê dane.