Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Keça Qasim Silêmaniyê terorîst perê xelkê Îranê xercê zewaca demkî ya Lubnaniyan dike

12:36 - 20 Çirriya paşîn 2021

Keça Qasim Silêmanî, “Zeyneb Silêmanî” zêdetir ji 57 milyard Tumen wekî xelat bo zewicîna demkî an hertîmî ya keçên Lubnanê şandiye.

Pêka nûçeyên belavbûyî, hejmarek ji rojnamevanên Lubnanê bi belavkirina wêneya belgeyek a şêwraya birêveberiya Hizbullah a Lubnanê dane selimandin ku keça terorîstê navnetewî, pasdar Qasim Silêmanî, 57 milyard Tumen anku 2 milyon Dolar, bo zewaca dekmî  an hertimî ya keçên Lubnanî digel ciwanên Lubnanê bo hizbullahê şandiye û tekezî kiriye ku bo wan keçan bê xerckirin.

Berpirsên rejîmê ku îdia dikin bi awayekî hejarana dijîn lê zarokên wan bi milyonan Dolar bo bandorxistin û afirandina fitneyan pere xerc dikin, çavkaniya wan pereyan dahata xelkê Îranê û baca fermanberan e û bi cihê xerckirin bo xelkê Îranê xercê zewaca biyaniyan dibe.

Qasim Silêmaniyê terorîst bi xerckirina perê xelkê Îranê di welatên derve bi taybet li Rojhilata Navîn, gelek fitne afirandin ku di dawiyê de bi destê hêzên Amerêkayê hate kuştin.

“Zeyneb Silêmanî” ku îdia dike keseka xelkî ye û xwe bi dilsozê hejaran dizane, bi cêhê dana wî pereyî bo xelkê hejarê Îranê ku di nav zibildanan de li pariyek nan digerîn, wî pereyî bo “sixeya moveqqet an dayîm”a keçên Lubnanî dişîne û bi wî awayî dide nîşandean ku armancên wan core kesan ne xizmet e û ne dilsozî ye belkî li pey afirandina fitneyan in ku yek ji taybetmendiyên rejîma Îranê ye.