Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

keçeka temen 20 salî bi destê bavê xwe hat kuştin

21:47 - 3 Tîrmeh (Temûz) 2013

kurdistanmedia: Dunya Mîrî xwendekareka Kurd seba evê ku amade nebû dest ji xwandinê bikişîne bi dest bavê xwe hat kuştin.
Li gor nûçeyên deverê, “Dunya Mîrî” xwendekareka zanîngehê temen 20 salî û xelkê bajarê Kirmanşanê roja sêşemî berwar 2’ê Tîrmeha 2013’an, seba lêdana babê xwe tûşî xwînrêjiyê mejî dibe û di encam de jiyana xwe ji dest da.
Dunya çendîn caran ji aliyê bav û birayê xwe bi eşkence û lêdanê rûderû bibû û çendîn rojan li mala xwe de hatibû zîndanî kirin û bi gef û hereşeyan ji xwendina zanîngehê hatibû bêpar kirin.
Heval û nêzîkên “Dunya”yê eşkere kiribûn, vê xwestiye çendîn caran li destê bav û birayên xwe bireve, lê hemû carê li gel lêdan û eşkenceya malbata xwe ya mesebî rûbirû bûye û cara dawiyê seva lêdan û eşkenceya wan tûşî xwînrêjiya mejî bûye û canê xwe ji dest daye.
Bavê Dunya Mîrî ji aliyê polîsên deverê bi sûça kuştina keça xwe hatiye girtin.