Baştirbûna girêbestên kar ên demkî, girîngtirîn daxwaza kedkarên parêzgeha Urmiyê ye û kedkar bi sedema nebûna ewlehiya kar ditirsin ku daxwaza wergirtina heqdestên xwe yên ku 2 salan e paşketiye bikin.
Nebûna ewlehiya kar û girêbestên demkî, yek ji pirsgirêkên mêjve yê qata kedkarî ye, bi berçavgirtina derbên psîkolojîkî yên wê pirsgirêkê, piraniya girêbestkaran hêj naxwazin dest ji girêbestên demkî hilgirin û bi sedema nebûna ewlehiya kar, kedkar ditirsin ku daxwaza heqdestên xwe yên zêdekariyê bikin.
Di girêbestên demkî de, ku bo heyameke diyarîkirî di navbera kedkar û xwedîkar de tê girêdan, xwedîkar dikare her dem ku pê xweş be wî kedkarî li ser kar derbixe, lê di girêbestên hertimî de renge bi hêsanî nekarin ti kesî li ser kar derbixin.
Lewma tirsa derxistin li kar dibe tirseke psîkolojîk ku kedkar nikarin di hember girêbestkar de rawestin û daxwaza mafê xwe bikin.
Kedkarên girêbestî yên parêzgeha Urmiyê, zêdetir ji 2 salan e ku heqdestên zêdekariyên xwe yên kar di şevan de wernegirtine, lê ditirsin ku ji girêbestakaran şikayet bikin û ditirsin bi wê sedemî li ser kar bêne derxistin.
Nedana cêjnane, nebûna emrazên xweparastin li karên metirsîdar, cudatiya heqdestên dora roj û dora şev, girêbestên mehane, ji wan mijaran in ku kedkar ji tirsa derxistin li kar şikayetê li girêbestkar nakin.
Daketina kalîteya berheman, pirsgirêkên psîkojîk, bê hêvîtî ji paşerojê, girîngtirîn paşhatên nebûna ewlehiya kar in.