Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kedkarekî Kurd li devra Merîwanê can da

15:05 - 20 Hezîran 2013

Kurdistanmedia: Kirêkarekî Kurd ku şofêrê yek ji lodêrên fabrîka xîz li bajarê Merîwanê bû, canê xwe ji dest da.
Berwara 19’ê Hezîran a 2013’an, Nadir Elmasî kedkarê Kurd, seba wergerandina lodêrê hat birîndarkirin û di encam de canê xwe ji dest da.
Nadir Elmasî şofêrê yek ji lodêrên fabrîka Xîz li bendawa Garanî a Merîwanê bû.
Bendawa Garan, bendawekî axêye û bilindahiya wê pitir ji 60 mîtire û nîzîkê gundên Dosiye û Wêle ya Merîwanê helkevtiye.
Bi gotia çend kedkarên bendawa Garan, Nadir Elmasî çendîn caran jiber arîşeya feniya lodêrê xwediyê fabrîkê û berpirsê vî cihî hayîdar kiribû.
Her divê pêwendiyê de malpera Zirêbar bilavkir, ew lodêra ku Nadir li ser kar dikir moşkila fenî hebû û qirar bû ku çêbikin.