Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kedkarekî Kurd seba bûyera kar canê xwe ji dest da

18:58 - 9 Kanûna pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Kedkarekî Kurd xelkê bajarê Şino seba agirgirtina dûkana wî di dema karkirinê de, jiyana xwe ji dest da.

Malpera Şinobas bilav kir, xwediyê yek ji rongorînên tirombêlan ên bajarê Şino bi navê Ezîz Pûr Şîşwan temen 40 salî û xelkê vî bajarî, li berwara 27\'ê Çiriya Paşîn a 2013\'ê, di dema karkirin bi sûtemeniya benzîn li cirê soper bo şiştina kelupelên dûkana xwe tûşî şewanê bû.

Li gor wê raporê Ezîz paş 11 rojan razandin li nexweşxaneya bajarê Tewrêzê di demekê de ku li beşa teybet a wê nexweşxanê de bû, dihinê 8\'ê Çileya Pêşîn a 2013\'ê, canê xwe ji dest da.

Seba nasitandariya alavên kar û nebûna îmkanatên xweparstinê di dema karkirinê de, salane pitir ji 100 kedkarên Kurd seba bûyerên kar canê xwe ji dest dinin û an jî birîndar dibin.