Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kedkarekî Kurdê Kurdistana Rojhelatê li bajarê Silêmaniyê canê xwe ji dest da

16:38 - 24 Nîsan 2013

Kurdistanmedia: Kedkarekî Kurdê devera Bayîgan a ser bi bajarê Pawê seba bûyera hat û çunê li bajarê Silêmaniyê canê xwe ji dest da.

Li gorî nûçeya malpera Kurdistanmedia, roja sêşem berwar 23’ê Nîsan a 2013’an, Rêbîn Mihemedî temen 20 sal, kurê Kêkawîs û xelkê Înxanî a devera Bayîganê li nexwşxwaniyekî bajarê Silêmaniyê çû ber dilovaniya xwedê.

Hevwelatiyê han bi hiceta kedkariyê hatibû Herêma Kurdistanê û li heyamê yek heftiyê de seba bûyera hat û çunê bi tundî hatibû birîndar kirin û li encam de li nexweşxwaniyekî bajarê Silêmaniyê canê xwe ji dest da.
Termê kedkarê han piştî radest kirin bi malbata wî, birine bajarê Pawê.

Li gorî amara tomarkirî li malpera Kurdistanmedia, heyamek berî niha du kedkarên din yên Kurd li bajarên Seqiz û Merîwanê, seba bûyera kar û nebûna ewlehiya hevce bo kar kirin bûne qurbanî.