Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kedkarên bajarvaniya bajarê Merîwanê heyama 5 mehan e ku mûçeyên xwe vernegirtine

18:30 - 15 Gulan 2021

Heqdestê kedkarên bajarvaniya bajarê “Merîwanê” ji meha Sermaweza sala derbasbûyî ve heta niha bi wan re nehatiye dan û wan nerizayetiya xwe nîşan dane.

Kedkarên bajarvaniya bajarê Merîwanê gotine: “Di heyama wan 5 mehan de, me ti heqdestek vernegirtiye û li wê rewşa xirab a aborî de, em bi dijwarî dijîn”. 

Eva ku li vir balkêş e, ev e ku karmendên bajarvaniyê bi tevawî mûçeyên xwe yên mehane vergirtine û tenê heqdestê kedkaran bi hêcetên cur bi cur hatine ragirtin û bi wan re nehatine dan.

Guhnedan bi rewşa jiyana kedkaran û ragirtina heqdestên kedkaran di Îranê de, binpêkirina eşkere ya mafê mirov e.