Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kedkarên Bajêrwaniya Rewanserê 2 mehe ku heqdesta xwe wernegirtine

19:31 - 10 Gulan 2020

Di rewşa dijwar a niha de, ku nexweşiya Koronayê jiyana xelkê ji berê dijwartir kiriye, kedkarên Bajêrwaniya Rewanserê 2 mehe ku heqdesta xwe wernegirtine û di rewşeke pir dijwar de dijîn.

Ew rewşa dijwar ku di encama siyasetên rejîma Îslamiya Îranê, li ser xelkê de hatiye sepandin, roj bi rojê zêdetir jiyana xelkê dijwar dike û rewşa jiyana Kedkaran tu giringiyek bal rejîmê tunîne.

Kedkarên Bajarwaniya Rewanserê, tevî ku ewa 2 mehe heqdesta xwe wernegirtine, biryar bû ku di nêzî sersala nû de, cêşnaneyekê bi wan bête dane ku ew jî nehatiye dan.

Şaredarê Rewanserê basa wê yekê dike ku, di niha de, Bajarwanî, 4 milyard û 500 hezar tumen qerdare û sedema hebûna wê pirsgirêkê, wedigerîne ser berdewam nebûna çavkaniya dahata Bajêrwaniyê.

Berpirsên rejîmê, bi berdewamî sozên derev dane wan kedkaran lê qet daxwazên kirêkaran cîbicî nekirine.

Bi hegera rewşa xirabe abûrî, gendelî û bi bê kifayetiya berpirsên rejîmê, heqdesta kedkarên Bajêrwaniyên Îran û Kurdidtanê nehatine dan û ti zêrevaniyek jî li ser wê pirsgirêkê, tinîne.