Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kedkarên kangeha “Songûn” 5 roj e kombûnên nerizayetiyê bi rê ve dibin

12:26 - 5 Kanûna pêşîn 2021

Heyma 5 rojane ku zêdetir ji 200 kedkarên kangeha mîs a “Songûn”ê li parêzgeha Tewrêzê li derheq rewşa xirab a kar kombûna nerizayetiyê bi rê ve dibin.

 Roja Şemî 13ê Sermawezê zêdetir ji 200 kedkarên kangeha mîs a “Sûngûn” li bajarê “Werzeqan”ê girêdayê parêzgeha Tewrêzê, heyma 5 rojan e, li derheq rewşa xiraba kar, kêmbûn û nedana heqdestan, cudatîdanîn di navbera kedkarên fermî û girêbestkar, kombûna nerizayetî lidar xistine û ew xwenîşandan li wan çend şevan de jî berdewam bûne.

Pêka girte vîdyoyên belavbûyî xwedîkar bi bizanebûn û bi maşîna cora “Ceresqîl” bi bê agehdarkirin û lezgîniyek zêde êrîşî ser kedkaran dike, lê kedkaran kariyê xwe ji wê kiryara xwedîkar derbas bikin.

Herwisa hatiye belavkirin ku xwedîkar û karbidestên rejîmê tevî ku ti bersivek bo daxwazên wan kedkaran nedaye, hêlên telefûn û întêrnêtê û av û berq jî li ser wan qut kirine.

Heyamek zêdeye ku xelkê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li derheq rewşa xiraba kar xwenîşandan û kombûnan li dar dixin, lê ti bersivek bi wan nehatiye dan û ji aliyê rejîmê ve rastî lêdan, îşkence, bêrêzî û binçavkirinê jî hatine.