Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kedkarên palavtingeha gaz a Îlamê yên ku li ser kar hatibûne derxistin man girtin

13:16 - 19 Nîsan 2021

Roja Yekşemî 29`ê Xakelêweyê, hejmarek ji kedkarên palavtingeha gaz a Îlamê yên ku berê li ser kar hatibûne derxistin li ber deriyê parêzgariya wî bajarî kom bûn.

Ew kedkarane bi sedema vê ku bê ti hêcetekî ji aliyê karfermanan ve hatine derkirin û çendîn meh e mûçeyên wan nedane wan, kombûna nerizayetiyê bi rê ve birin.

Çendîn meh e bi ser mangirtina kedkarên palavtingeha gazê ya Îlamê ve derbas dibe, lê heta niha ji aliyê berpirsên pêwendîdar ve ti bersivek vernegirtine.

Li parêzgeha Îlamê bi sedema anîna kedkarên nexwecihî ew kedkar li ser kar hatine derkirin.