Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kêmbûna nan li Bokanê bûye cihê nigeraniya hamwelatiyên vî bajarî

15:43 - 6 Nîsan 2014

Kurdistanmedia: Kêmbûna nan heyamê çend rojên derbasbûyî de li bajarê Bokanê hevwelatiyên vî bajarî tûşî nigeraniyê kirî ye.

Li gor nûçeya gihiştî malpera Kurdistanmedia, heyamê çend rojên derbasbûyî de hemwelatiyên bajarê Bokanê tevî kêmbûna nan rûderû bûn.

Li gor vê raporê, akinciyên Bokanê seba wergirtina nan dibe heyamek zor di nûra nan wergrtinê de rawestin, îmkana zaf heye ku ew nûreye negihîje wan û di vê rojê de bê nan bimînin.

Di vê pêwendiyê de yek ji welatiyên Bokanê bi malpera “Kurdistanmedia” ragihand: Di soper marketên nav bajar de nanên besteyî tuninn û ewa jî astegieke herî mizine ku bo me çikiriyê ku tûşî kêmbûna nan bûne.

Sala derbasbûyî di piraniya bajarê Kurdacinî de ew asteniye hebû û tûşî kêmbûna nan bibûn.